Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Wesayîta pêşmergeyan ji aliyê balafiran ve hatiye bombebarankirin’

Ji fermandarên pêşmergeyan Qadir Xoranî diyar kir ku di êrîşa li ser pêşmergeyan de tu şopên şer tune ne û anî ziman ku êrîş dibe ji aliyê balafirên F-16 an jî balafirên bêmirov û bi çek ve pêk hatibe

Navenda Nûçeyan |

Di 5’ê hezîranê de konvoyek ji dehan wesyîtên zirxî yên PDK’ê pêk dihat, dema li Metînayê ya ku dewleta tirk êrîş lê dike û şer dijwar lê rû dide ve xwestin bi pêş ve biçin, teqînek mezin pêk hat û 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê bûyerê PDK û çapemeniya girêdayê wê yekse HPG’ê sûcdar kiribû. HPG’ê jî têkildarî bûyerê diyar kiribû ku ji aliyê hêzên wan ve tu êrîşek li hemberî pêşmergeyan pêk nehatiye û wiha gotibû: “Têkildarî bê ka ev teqîna li wesayîtê bûye çawa pêk hatiye, mijreke ya lêkolînê ye. Em HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.”

Li gorî pisporan, di dîmenên wesayîta zirxî nîşan dide ku ji zmanan ve êrîş pêk hatiye.

Têkildarî vê mijarê fermandareke pêşmergeyan daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya Rojnewsê, Qadir Xoranî yê demeke dirêj e ku pêşmergeyî kiriye û di rewşa niha de jî fermandareke di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de kar dike, li ser hesabê xwe yê Facebokê daxuyaniyek kurt parve kir.

Xoranî yê di warê leşkerî de jî xwedî ezmûn û pispor e, teqîn weke sê xalan îfade kir:

*Ez bi xwe jî li maşîna zirîpoş siwar bûme. Ev maşîn gelek qayîm û zexm e.

*Li ser maşîna zirîpoş tu şopên guleyan tune ye, heke bi mûşekan jî êrîş lê bihata kirin diviya çarmedorê maşînê jî biketa yan jî tekerên maşînê parçe bibûna.

*Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndan şer neqewimî. Pêşmergeyên birîndar diyar kirin ku ji asîman ve êrîş li hemberî wan pêk hatiye. Li gorî wêneyên hatine parvekirin jî diyar dibe ku yan balafirên F-16 yan jî balafirên bêmirov maşîn bombebaran kirine.

Hêzeke terorîst êrîş pêk aniye

Fermandarê pêşmerge bê ku nav bide anî ziman ku hêzeke terorîst a xwedî F-16 û SÎHA êrîş pêk aniye û wiha got: “Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F16 yan jî balafira bê mirov, ji aliyê hêzek terorîst dijî pêşmergeyên Kurdistanê pêkaniye. Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êrîş bi plan e û armanca êrîşê gurkirina şerê kurdkujî û wêrankirina Kurdistanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar