Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

‘Artêşa tirk a dagirker gundên Başûr dike hedef’

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku artêşa tirk a dagirker gundên başûrê Kurdistanê dike hedef. Her wiha bal kişand ser bûyera li Derkarê  û got ku tu eleqeya hêzên wan bi bûyerê tune ye

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bê ku hedefk nîşan bide Başûrê Kurdistanê bombe dike û ziyanê dide bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Di daxuyaniyê de HPG’ê behsa bûyera ku îro li Derkarê qewimî û pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest dabû jî hat kir û wiha got: “Di bûyera ku sibeha 8’ê Hezîranê li nêzî Derkarê qewimî de tu têkilî bi hêzên me re tune ye.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê bênavber dewam dike. Di encama êrîşên bê ku hedef bên nîşandan de, zirar digihêje bax û baxçeyên gelê me yê başûrê Kurdistanê. Şewata ji ber van bûyeran derketin, texrîbatek mezin daye daristanên herêmê.

Detayên li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker;

-7’ê hezîranê saet 11:00’an ji qereqolên artêşa TC’ê yên li ser sînor derdora Gundê Orê yê herêma Metînayê bi çekên giran bombe dike. Di encama bomberdûmana dijwar de zirarek mezin digihêje bax û baxçeyên gelê me yên sivîl, şewata ji ber bomberdûmana ya li herêmê didome.

-7’ê hezîranê saet di navbera 22:00-23:00’an de helîkopberên artêşa tirk ên şer devera Girê Zendûra, Keste, Dararê yên Medîna li gel derdora gundê Hirorê bombe kirin.

-7’ê hezîranê saet di navbera 12:40 û 22:50’î balafirên şer bombe li Werxelê ya Avaşîn barandin.

-7’ê hezîranê saet 00:10-00:20’î helîkoperên şer devera Mamreşo û Mervanos bombe kirin.

-7’ê hezîranê saet 13:20’î balafirên şer qada Kurojehro ya Zapê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de şewata li herêmê derketî dewam dike.

-8’ê hezîranê saet 07:30’î balafirên şer bombe li bejahiya gundê Şkefiyan a devera Meyrokê ya Dihokê ya Gerê bombe kirin.

Di van bomberdûmana  de ziyan bi hevalên me nebûye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar