Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Polîsan zavayê ku cilên neteweyî li xwe kiribû binçav kir

Polîsan li Qereyaziyê bi ser dawetekê de girt û zava Kerîm Polat ê cilên neteweyî li xwe kiribû, binçav kirin

Li Qereyaziyê ya navçeya Erziromê di 9’ê hezîranê de daweta Kerîm Polat hat lidarxistin. Polîsan bi ser dawetê de girt û Kerîm Polat binçav kirin. Karwanê wesayîtên dawetê ji Xinûsê derket û di ketina Qereyaziyê de ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Polîsan bi hinceta plaka erebeyê xuya nake 551 lîre cezayê pere li xwediyê dawetê birîn.

Polîsan pişt re bi ser eywana dawetê de girt û Kerîm Polat ê zava bi hinceta cilên netewî lixwe kiriye binçav kirin. Li Miduriyeta Polîsan a Qereyaziyê polîsan pirsa ‘Te çima van cilan li xwe kiriye’ ji Polat kirin. Di hinceta binçavkirina Polat de wiha hat gotin: “Li Eywana Dawetê ya Anter hatiye tespîtkirin ku kesê cilên leşkerî û meqapê li xwe kiriye hatiye binçavkirin.”

Polat di îfadeyên xwe de destnîşan kir ku cilên li xwe kiriye herêmî ye û ev yek nabe sûc. Zava piştî îfadegirtinê hat berdan. ERZIROM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar