Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 4 Mayıs 2025

Polîsan avêtin ser Girtîgeha Tokatê: 2 girtî winda ne

Hat ragihandin polîsan avêtiye ser qawîşên Girtîgeha Tokatê, li girtî Hasan Ortaç û Mustafa Okçu dane û wan li gel xwe birine û derbarê rewşa wan de agahî nehatiye wergirtin

Firat Dari yê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin roja duşemê bi birayê xwe Ahmet Dari re bi telefonê axivî. Firat Dari ragihandiye ku polîs û gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtiye û kelûpelên girtiyan serûbin kirine û li gelek girtiyan dane.

Dari da zanîn ku polîs piştî lêgerînê demek şûn ve dîsa hatine qawîşê û li girtî Hasan Ortaç û Mustafa Okçû dane û wan bi darê zorê li gel xwe birine. Dari diyar kir ku ew nizanin herdu hevalên wan girtî birine ku derê û derbarê rewşa wan de jî tu agahî wernegirtine û ji rewşa wan bi fikar in.

Firat Dari anî ziman ku di demên dawî de zextên bi vî awayî zêde bûne, heta ku raya giştî fişaran li ser girtîgehan neke wê ev rêbazên girtîgehan bi dawî nebin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar