Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

Li Metînayê ji 2 milan ve çalakiyên gerîla: 3 dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li Girê Koordîne ya Metînayê ji 2 milan ve li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin û pergaleke kamerayê ya mobesseyê jî hat îmhakirin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Di 22’ê tîrmehê de saet di 02.30’an de gerîlayan bi hemwext li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du milan ve çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ya ku bi taktîka gerîlatiya dema nû hat kirin, 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek hat birîndarkirin û pergala kameraya mobessa ya li gir jî hat îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de, li herêma Avaşînê;

Di 22’ê tîrmehê de saet di 07.00 û 07.30’an de dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer ên li qada Girê Sor bikin. Hêzên me bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran dan. Dagirker neçar man ku qedemeyekê vekişin.

Artêşa tirk a dagirker li hemberî berxwedana destanwarî ya ku hêzên me yên gerîlayan li herêma Avaşînê di tunelên şer de, nikare encamekê bistîne û bi metodên şerê qirêj sûcê şer dike. Herî dawîn jî dewleta tirk a dagirker li hemberî berxwedana li Werxelê gavek jî neavêt, bi metodên taybet li hemberî tunelên şer gaza kîmyewî bi kar tîne.

Di 21’ê tîrmehê de saet di navbera 21.30 û 01.30’an de dora gundên Dêşîşê û Serarû ya Kanîmasiya Amêdiyê û qada Kela Qumriyê bi helîkopterên şer hat bomberdûmankirin.

Ji 17’ê tîrmehê saet 07.30’an heta 21’ê tîrmehê saet 20.00’an artêşa tirk ji qereqolên li ser sînor bi obusan qadên Werxelê, Tabûra Ereba û Geliyê Avaşîn ên li Avaşînê bomberdûman kiriye. Şewata ji ber bomberdûmanê hê jî didome.

Di 22’ê tîrmehê de saet di 09.10’an de qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 22’ê tîrmehê de saet di navbera 08.50 û 09.00’an de dora bajaroka Çemankê ya Duhokê bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar