Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dayika şehîd: Em ê li xayînan neyên rehmê

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana konê sersaxiyê yê malbata şehîd Mezlûm Serhed kirin. Di merasîma sersaxiyê de dayika şehîd Hebûn wiha got: “Yên ku îxanet li fedekariyên zarokên me kirine, em li wan nayên rehmê.”

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şervanê YPG’ê şehîd Ercan Can (Mezlûm Serhed) li bajarê Qamişloyê veda. Mezlûm Serhed 28’ê tîrmehê di encama qezayeke trafîkê de li Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de beşdaran wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), YPG-YPJ’ê hildan.

Di destpêka merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Kêfo Osman axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Osman got ku şehîd Mezlûm Serhed ruxmî ku destê xwe winda kiribû lê têkoşîna xwe ji bo azadiya gelan domand.

Osman bal kişand ser êrîşên dagirkeriya tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Divê gelê kurd li hemberî plan û komployên dijmin hişyar be. Divê em têkoşînê mezin bikin da ku destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin. Gerîla vîna me ye û em ê piştgiriya wê bikin.”

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Haşim Şiwêş axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Dayika şehîd Hebûn Dêrik, Sewriye Salih jî ev tişt gotin: “Ji bo ku ewlehî û aştî pêk were û ji bo ku em Kurdistaneke azad bi hev re ava bikin, em ê zarokên xwe feda bikin.

Divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji xwe şerm bike ku êrîşî gerîla dike û îxanetê li gelê xwe dike. Malbatên şehîdan dê li xayînan neyên rehmê.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar