Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Platforma Jinên Kurd li dijî êrîşan banga yekitiyê kir

Platforma Yekitiya Jinên Kurd diyar kir ku ji bo rawestandina êrîşên nijadperest pêdivî bi yekitiya kurdan heye

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Konyayê li dijî malbata Dedeogûllarî pêk hat, şermezar kir û banga yekitiyê kir.

Daxuyaniya platformê ya li dijî komkujiyê wiha ye: “Weke ku tê zanîn malbateke kurd li navçeya Meramê ya giredayê Konyayê ji ber ku kurd bûn ji aliyê nijadperestan ve bi êrîşê re rûbirû mabûn. Piştî wê êrîşê çend êrîşkar hatibûn girtin lê êrîşkar aliyê dadgehê ve hatin tehliyekirin. Her çiqas ku biryara parastina malbatê hatibe dayîn jî di 30’ê tîrmehê de di encama êrîşê de ji malbata Dedeoglu 7 kes qetil kirin.

Em di serî de ji gelê kurd û malbatê re sersaxiye dixwazin. Qetlîama ku pêk hat nîşaneya netehemmulkirina nasnameya gelê kurd e. Di dîrokê de û heya îro tunekirina nasname, ziman û çanda gelê kurd armanca sereke ya nijadperestan û fikirmendên wan e. Ji qetlîama Geliyê Zîlan bigrin heya Dêrsimê, ji Koçgirî yê heya qirkirina êzidiyan ji wir heya Roboskiyê em hemû êrîşkaran nas dikin. Her wiha êrîşên li hemberî jinên kurd, ji Leyla Qasiman heya Şîrîn Elemhuyiyan, ji Dayika Taybet heya Denîzan em nas dikin. Weke ku heya îro didome qetlîam ji serê gelê me xelas nabin.

Em wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd di demên dawiyê de lînc û êrîşên li ser gelê kurd û Kurdistanê şermezar dikin. Erîşên li ser kurdan, bi taybetî jî yên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn, binpêkirina mafên  mirovan e. Em carekî din weke platforma Yekitiya Jinên Kurd pîvanên ji bo hemû kurd û Kurdistanê bi biryara rayedarên kurd ên li her çar aliyê Kurdistanê dixin ku van êrîşan ji bo ku em rawestînin yekitiya kurdan pêdîvî û pêwîstiyeke lezgînî ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar