Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Berpirsên komkujiyê civaka navneteweyî û Rûsya ne’

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo got ku civaka navneteweyî û garantor Rûsya berpirsên komkujiya Sefawiyê ne ku dewleta tirk pêk anî

Îro li gundê El-Sefawiye ya Eyn Îsayê (3 km rojhilatê gundê El-Şergrak) 4 welatî di encama topbarana dewleta tirk a dagirker de şehîd bûn.

Navê kesên şehîd bûn ev in: Zêdan Xelef El-Îsa (54), kurê wî ziyad (12), keçên wî Mûna û Hûda.

Her wiha navê hevjîna wî û yek ji kurên wî yên ku şehîd bûne, nehatin naskirin. Cenazeyê wan rakirin yek ji nexweşxaneyên bajarê Reqayê.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo komkujiya hovane ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li dijî malbatê hat kirin şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk ji zêdetirî mehekê êrîşên xwe li ser gundewarên kantona Girê Spî û gundewarên rojhilatî navçeya Eyn Îsayê, zêde kir. Di êrîşên xwe de malên sivîlan bi awayekî yekser hedef digirt. Ev yek li beramberî çavên civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor tê kirin û der barê vê yekê de tu helwest diyar nekirine.”

Leya Mişo destnîşan kir ku civaka navneteweyî û garantor Rûsya bi bêdengiya xwe, berpirsa komkujiya ku dewleta tirk li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa pêk anî.

Mişo di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxisetinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û zextê li dewleta tirk bike da ku komkujiyên li dijî sivîlan, rawestîne. EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar