Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Colemêrgiyan xwedî li berxwedana zindanan derket

Şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê çû serdana esnafan. Gel şande pêşwazî kir û bi dirûşmeyan xwedî li berxwedana zindanan derket

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) PerVîn Bûldan, serdanan esnafên li navenda Colemêrgê kirin. Li Balafirgeha Geverê şande ji aliyê Colemêrgiyan ve hat pêşwazîkirin û bi konvoyê ber bi navenda bajêr bi rê ketin.

Şande di destpêka bajêr de ji aliyê hejmarek zêde endam û alîgirên partiyê we hat pêşwazîkirin. Şande li gel komeke qerebalix serdana esnafan kir û guh dan pirsgirêkên wan. Di dema serdanê de gel bi berdewamî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ xwedî li berxwedana girtiyên ku 253 roj in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne, derket.

Buldan nerazîbûn nîşanî polîsên ku dixwestin destwerdana gel bikin da û wiha got: “Ez ê vir rûnim û ranabim. Em ê dirûşmeyan jî berz bikin. Çi mafê we yê astengkirinê tuneye.”

Gel piştî wê careke din dirûşme berzkirin.

Şande piştî serdana esnafan, derbasî navçeya Geverê bû. COLEMÊRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar