Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

TAJÊ: Agir jî bi ser me ve bibarînin em ê serî netewînin

TAJÊ bi daxuyaniyek bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û bêdengiya hikûmeta Iraq û Mesûd Barzanî û wiha got: “Bila zanibin; agir jî bi ser me ve bibarînin, bombeyan jî bibarînin em ji wan natirsin. Em ê tu carî serî netewînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta tirk a li gundê Sikêniyê yê Şengalê da ku bi balafirên bêmirov ên biçek bombe li nexweşxaneyê barand.

Di daxuyaniya TAJÊ de hat ragihandin ku nabe li hemberî komkujiyên dewleta tirk bêdeng bin û wiha got: “Em bang li tevahiya cîhanê dikin, dengê me bibihîzin. Îro nexweşxaneya ku zarokên 10 salî, nexweşên ji ber koronayê û extiyar lê bûn, ji aliyê balafirên Erdogan ve careke din hat bombekirin. Bila cîhan êdî Erdogan û hevkarên wî rawestîne.

Bila zanibin; agir jî bi ser me ve bibarînin, bombeyan jî bibarînin em ji wan natirsin. Em ê tu carî serî netewînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Iraq û Mesûd Barzanî piştgiriyê didin Erdogan. Bi van re ne şeref, ne rûmet, ne jî namûs maye. Ka dewleta Iraqê? Çima me naparêze? Bû saet çendê şevê, em hîn jî zarokên xwe ji binê kavilên nexweşxaneyê derdixînin. Em ê êdî rê nedin fermanên din. Eger dewleta Iraqê wê me neparêze, eger wê destûrê bide ku Erdogan her roj bombeyan li me bibarîne bila wê demê biçin ji vir. Bila dijmin baş zanibe, em ê ne wan, ne jî dewleta Iraqê qebûl bikin.”

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar