Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinan dest pê kir

Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinan ku ji aliyê Meclisa Jinan a HDP’ê ve tê lidarxistin, bi govendê dest pê kir

Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê ya Jinan ku ji aliyê Meclisa Jinan a HDP’ê ve tê lidarxistin, bi pêşengeha wêneyan a li baxçeyê avahiya HDP’ê ya bajêr hatiye vekirin û govendê dest pê kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Komeleya Çandê ya Aryen û gelek kes beşdar bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Ebexê Gonul Ûzûnay ku di destpêka mîhrîcanê de axivî, diyar kir ku armanca wan a lidarxistina mîhrîcanê balkişandina ser qirkirina çandî, komkujiya jin û xwezayê ye.

Piştî axaftina Ûzûnay, Tîma Folklorê ya Jinên Sûrê ya Amedê bi govenda xwe li ser dikê cih girt. Tîma govendê bi gelek lîstikên herêmî ve bala beşdarvanan kişand. Piştî tîma folklorê beşdarvanan bi stranan govend gerandin. Piştî gerandina govendê çalakî bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Di çarçoveya mîhrîcanê de dê îşev Koma Jin Ma Muzîkê û hunermend Nûray Balik konserê bidin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar