Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hat bidawîkirin

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î daxuyanî da û diyar kir ku ji îro û pê ve wan çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî kirine

Navenda Nûçeyan |

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 22 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye girtiyên PKK’yî û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiribûn. Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hat bidawîkirin.

Di roja 290’an de biryara bidawîkirina greva birçîbûnê li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î Denîz Kaya hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î li ser bingeha pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku tevgera me salek berê dabû destpêkirin, em jî di 27’ê Mijdara 2020’an de tev li pêngavê bûn. Pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêbertî re azad bibin’ dikeve sala duduyan, diyar dibe ku gelê me xwedî li peywir û berpirsyariya xwe derketiye û ketiye tevgerê. Armanca girtiyên PKK’yî û PAJK’î ev bû ku bi awayê herî xurt tev li pêngava azadiyê bibin. Divê gelê me, ciwan, jin, dayikên aştiyê û saziyên demokratîk jî li hemberî qirkirin û faşîzmê dengê xwe bilindtir bikin. Di vê qonaxa pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de berpirsyariya gel û saziyên demokratîk gelekî zêde ye. Tê dîtin ku berxwedêr û pêşengên fedaî gerîla hemû berpirsyariya xwe baş tîne cih. Em bawer in di qonaxa nû ya pêngavê de wê gelê me û hêzên gerîla bi hev re têkoşînê geş bikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê jî amade ne ji bo Rêbertiya xwe, gelê xwe û azadiya welatê xwe berdêlê bidin. Tê dîtin ku dawiya rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hatiye. Em ê jî bi ruhê berxwedana zindana Amedê ya di 12’ê Îlonê de li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Li ser çarçoveya ruhê berxwedanê ya Mazlûm Dogan, Çar Qehreman û 14’ê Tîrmehê ya ku kevneşopiya lêgerîna me ya heqîqet û azadiyê ye, heta Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk em ê li ber xwe bidin.

Em banga komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê ji xwe re dikin esas û em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê ji îro şûnde çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê em ê bi çalakiyên cihê tev li pêngava azadiyê bibin. Em rêhevalên ku li zindanan li ber xwe didin, em ê bi awayekî xurttir tev li xeta Rêber Apo bibin û jiyana bi Rêber Apo re ji xwe re bikin esas.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar