Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Di êrîşa Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn

Dewleta tirk a dagirker di destê sibehê de êrîşî Eyn Îsayê kiribû. Di van êrîşan de 2 kes birîndar bûn

Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê, artêşa tirk a dagirker gundê Hoşan ê rojavayê Eyn Îsayê, rêya M4 û îstasyona bêhnvedanê ya Sêqirmê topbaran kiribû. Di encama topbaranê de sivîlekî din ê di ser rêya M4 re derbas dibû, birîndar bû.

Sivîlê birîndar bûye bi navê Memdûh Şibêt (43) salî ye rakirine nexweşxaneya Omer Elûş a li navenda navçeya Eyn Îsayê.

Beriya saetekê jî di topbarana li ser navçeyê de sivîlê bi navê Ehmed Fecir Şedhen birîndar bûbû. Bi vê yekê heta vê kêliyê di encama topbarana dagirkeran de 2 sivîl birîndar bûne.

Artêşa tirk a dagirker gundewarê navçeya Eyn Îsayê bi bombeyên mîsketê yên qedexekirî, bombebaran kiribû.

Ev bombeyên mîsketê di peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin ku bikaranîna wan qedexe ne. Dewleta tirk berê jî li başûrê Kurdistanê li hemberî sivîl û gerîlayan ev bombeyên mîsketê bi kar anîbû.

Ev bombe ji bo demdirêjiyê xetereyeke gelekî mezin bi xwe re tînin, ji ber ku dema dikevin erdê nateqin û piştî demeke nediyar diteqin. EYN ÎSA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar