Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘MÎT bi hevkariya xiyanetkarên navxweyî şoreşgeran şehîd dike’

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê Dr. Qasim Merzanî têkildarî qetilkirina şehîd Şukru Serhed diyar kir ku MÎT’a tirk bi hevkariya xiyanetkarên navxweyî şoreşgerên kurd şehîd dike

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) di 17’ê Îlonê de li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a tirk a dagirker ve hat qetilkirin.

Di 16’ê Îlonê de jî welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji bakurê Kurdistanê ye, li Silêmaniyê di kompaniyekê de kar dikir, di saetên serê sibehê de hat gulebarankirin. Di êrîşê de gule li milê Ferhat ket û birîndar bû. Ev herdu êrîş di nava gelê kurd de bû sedema bertekan.

Sûdwergirtina ji parçebûna nava mala kurdan

Mamostayê Zanîngeha Selahdînê ya li Hewlêrê Dr. Qasim Merzanî li ser mijarê ji Ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got: “Qetilkirina şehîd Şukrî Serhed qetilkirina heqîqetê ye û ev yek jî aşkera dike ka kî terorîstê cidî ye. Li başûrê Kurdistanê Tirkiye û saziya MÎT’ê bi hevkariye kirêgiriyên kurd û xiyanetkaran plana tunekirin û şehîdkirina şoreşgerên kurd pêk tîne. Saziyên îstîxbareta welatan, bi taybet Tirkiye bi hevkariya xiyanektarên navxweyî û sûdwergirtina ji parçebûna nava mala kurdan de derba kuştinê didane.”

Her wiha Dr. Qasim Merzanî têkildarî helwestiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li ser şehîdkirina Şukrî Serhed jî ev tişt anî ziman: “Bi tenê şermezarkirin û mehkûmkirin têrê nake. Belku divê hikûmet ji bo kar cidî bike. Sûcdaran bibîne û karekterên pişt bûyerê aşkera bike.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar