Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Avaşînê herî kêm 2 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Avaşînê li dijî hêzên dagirker çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û herî kêm 2 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û têkoşîna gerîla ya li dijî êrîşan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê ya der barê mijarê de wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

Li herêma Avaşînê, dagirkerên ku di navbera Şehîd Rustem û Girê Şehîd Afad li ber rêya dagirkeriyê bûn, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 12’ê îlonê saet di 17:00 de bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

20’ê îlonê artêşa tirk a dagirker xwest teqemeniyan li qada berxwedanê ya Werxelê bi cih bike. Berxwedêrên me yên li Werxelê dest li dagirkeran werdan, dest danîn ser teqemeniyan û bi rengekî profesyonel bêbandor kirin.

21’ê îlonê saet di 18:30’î de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre jî xwest bi pêş ve biçe. Di encama destwerdana berxwedêrên me yên Werxelê de şerekî giran qewimî û dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

22’ê îlonê saet di 09:40’î de li herêma Zapê qada Çemço bi çekên giran û balafirên şer hat bombekirin.

20’ê îlonê saet di navbera 18:40-19:30’î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. 21’ê îlonê ji saet 16:00 heta 22’ê îlonê saet 05:30’î li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû, Hirorê û qadên Kela Qûmriyê, Girê Şehîd Çiya û Koordîne bi obus, hawan û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewata li herêmê dewam dike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar