Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Li Tehranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin

Li bajarê Îlamê yê rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeheke rejîma Tehranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin

Navenda Nûçeyan |

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, 22’ê îlonê li Girtîgeha Feşfuye ya Tehranê ciwan Emîr Hisên Hatemî yê 23 salî yê ji herêma Sîrwanê ya bajarê Îlamê yê rojhilatê Kurdistanê bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Xizmên ciwanê hat qetilkirin duh li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiyan û ji rayedarên rejîmê xwestin ku têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin.

Yek ji xizmên Emîr Hisên li ser mijarê ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Emîr Hisên beriya 10 rojan ji bo wergirtina wesayîta bavê xwe çûye navendeke polîsan a li Tehranê, lê belê ji ber cezayê ku di dosyayeke berê de lê hatiye birîn hat girtin û ew şandin Girtîgeha Feşfuyeyê.

Hat ragihandin ku Emîr Hisên herî dawî 21’ê îlonê bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivî û jê re got ku li girtîgehê îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û dê wî bibin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku malbat piştre çûye nexweşxaneyê ji bo Emîr Hisên bibîne lê belê destûr ji wan re nehatiye dayîn û piştî rojekê jî agahiya mirina Emîr Hisên dane wan.

Malbata Emîr Hisên piştî ku li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiya, cenaze teslîmî wan kirin û ji bo veşartinê cenaze birin gundê Lerênî yê Sîrwanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar