Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Operasyona dagirkeriyê ya li Gabarê têk çû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker ku li herêma Gabarê dest bi operasyoneke ji bo dagirkeriyê kir, bi rengekî bêencammayî neçar ma ku xwe vekişîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“12’ê îlonê artêşa tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê bombe li qada Şehîd Bahoz a li herêma Gabarê ya Şirnexê barand. Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir. Ev operasyon 16’ê îlonê bi rengekî bêencam qediya. Artêşa tirk a dagirker di dema operasyonê de bi bombardûmanê agir bi qadê xist û şewat hîn jî dewam dike.

27’ê îlonê saet di navbera 22:30-00:00 de li ser xeta Qaşûra ya herêma Metînayê helîkopter geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî derdora gundên Dêşîşê, Serrarû û qadên Koordîne û Qela Qûmriyê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

Heman rojê saet di navbera 11:10-14:00 de gundê Şêlazê 5 caran bi balafirên şer hat bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li mal, bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl bû.

27’ê îlonê saet di navbera 22:50-00:30’î de li herêma Avaşînê li qadên Girê Sor, Girê Spî, Mervanos, Tabûra Ereban û Banistanê helîkopter geriyan. Heman demê qadên Geliyê Basya û Girê Şehîd Întîkam jî bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

27’ê îlonê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê qada Şamkê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

27’ê îlonê saet di navbera 19:20-19:30’î de gundê Girê yê nehiya Çemanke ya navçeya Amediyê ya Duhokê bi helîkopterên şer hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar