Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

PDK’ê Cîhad Hesen ku rehîn kirî dersînor kir

PDK'ê Cîhad Hesen Nûnerê Hewlêrê yê Rêveberiya Xweser ku rehîn kiribû, piştî 112 rojan dersînor kir û Hewlêrê jê re qedexe kir

Navenda Nûçeyan |

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûyiyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen ku ev 112 roj bûn ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin, ji aliyê PDK’ê ve hat dersînorkirin û Hewlêr lê hat qedexekirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 10’ê Hezîrana 2021’an de, dema li gel Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, saet di 03.00’an de li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn revandin.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nîşandan, ev 112 roj bûn di girtîgehê bû.

Li gorî agahiyên ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye girtin, îro Cîhad Hesen ji aliyê PDK’ê ve dersînorî rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Hêzên PDK’ê êvarê di saet 17.30’an de Cîhad Hesen birîne li ser sînorê rojavayê Kurdistanê û jê re gotine ku bi tu awayî nabe derbasî Hewlêrê bibe. PDK’ê Hewlêr li Cîhad Hesen qedexe kir û nasname û tiştên wî yên taybet nedayînê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar