Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Bêrîtan Dersim: Malbata Barzanî li Başûr bûye hêzeke hegemonîk

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim diyar kir ku Malbata Barzanî li Başûr bûye hêzeke hegemonîk û wiha got: “Dewleta tirk dema ku fêhm kir ku li hemberî gerîla têk diçe, PDK xist dewrê. Divê PDK dest ji xiyanetê berde. Li ser xeta xiyanetê ye, ger ne ji PDK'ê bûya dewleta tirk nikarîbû gavekê jî biavêje.”

Navenda Nûçeyan |

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim berxwedana gerîla ku bi meh in dewam dike ji Stêrk TV re nirxand.

Bêrîtan Dersim anî ziman ku êrîşên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi êrîşên dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û wiha got: “Êrîşên ku li Îmraliyê dan destpêkirin li her qada ku gelê kurd lê ye belav kirin. Şerê ku Erdogan ê mafya niha dimeşîne şerekî li dijî mirovahiyê ye. Li dijî mirovahiyê sûc dikin. Ev êrîş li Îmraliyê hatin destpêkirin. Êrîş niha li 4 parçeyên Kurdistanê belav bûne. Li her cihî şer diqewime. Armanca wan lawazkirin û teslîmgirtina PKK’ê ye. Ew jî zanin ku nikarin gerîla îmha bikin. Rêbertî niha bi rengekî mezin li ber xwe dide. Dixwazin Rêbertî teslîm bigirin. Lê belê Rêbertî got ku ew bi mîlîmekê jî paşve nayê. Gerîla jî li ser xeta berxwedanê ya Rêbertî têdikoşe. Em ne tenê li hemberî dewleta tirk şer dikin, li hemberî me NATO heye. Çekên ku Tirkiye bi kar tîne çekên hêzên NATO’yê ne.”

Dersim diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve şer bi rengekî bênavber dewam dike û ev tişt anî ziman: “Lê belê bi şerê Garê re derbasî qonaxeke nû bû. Wan dixwestin ku navenda gerîla kontrol bikin. Lê belê planên wan li Garê têk çûn. Ev yek ne tenê têkçûna dewleta tirk bû, têkçûna NATO’yê bû. Bêguman encamên vê têkçûnê nîqaş kirin. Piştre jî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşê kirin. Ji 23’ê Nîsanê û vir ve li xeta Metîna, Zagros, Avaşîn û Bakur êrîş bênavber dewam dikin. Dewleta tirk çeteyên xwe yên ku ew perwerde kiriye, tîne û di berdêla pereyan de dide şerkirin. Yên li dijî gerîla şer dikin çeteyên Erdogan e. Ji wan hebû ku di nava hefteyekê de, di nava 10 rojan de karibin encamê bi dest bixin. Dîtin ku bi vî rengî nîne. Belê, dibe ku li çend giran bi cih bûn lê belê nikarin li wir bisekinin. Xwe ji hin cihan vekişandin. Piştî ku dîtin nikarin encamê bigirin dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.”

5 meh in çekên kîmyewî tên bikaranîn lê kes dengê xwe dernaxe

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim bi bîr xist ku hêzên navneteweyî bi hinceta ku çekên kîmyewî bi kar tînin sala 2003’an ketin nava Iraqê û wiha dewam kir: “Her wiha bi gotina ku Beşar Esad çeka kîmyewî bi kar aniye, gelo pêkanîn lê ferz nekirin? Bi hinceta ku çeka nukleerê çê dike Îran dorpêç nekirin? Wê demê çima li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî kurdan ranabin? Hevkarên dewleta tirk in. Saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî çima bêdeng in? Divê ew jî nerazîbûnê nîşan bidin. Çekên kîmyewî sûcekî gelekî mezin e. Gelo kuştina kurdan û gerîla bi çekên kîmyewî tiştekî rewa ye? 5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî têne bikaranîn, kes dengê xwe dernaxîne. Tevî vê yekê jî li hemberî îradeya gerîla nikarin encamê bi dest bixin. Gerîla bi îrade, fedayîtî û berxwedana xwe nîşan dide ku dijmin çawa têk diçe.”

Bila ciwanên kurd leşkeriyê ji dewleta tirk re nekin

Bêrîtan Dersim ji bo ciwanên kurd ên leşkeriyê ji dewleta tirk re dikin jî ev tişt anî ziman: “Çend roj berê leşkerekî ku xwest teslîm bibe, ji pişt ve lê dan û ew kuştin. Em careke din bang li leşkeran dikin; li şûna ku hûn ê li ser wan giran perîşan bibin, werin teslîmî gerîla bibin. Hemû hewl didin birevin. Ez bi taybetî ji yên kurd re dibêjim; yên ku ji bo pereyan leşkeriyê ji dewleta tirk re dikin xayîn in, bênamûs in. Gelo kî dikare bê Zagrosan û li dijî gerîla şer bike? Werin, teslîm bibin. Me bi salan leşkerên dîlgirtî xwedî kir, hewand lê belê dewleta tirk hat ew kuştin. Raya giştî dît ku ew êsîr çawa hatin kuştin. Li şûna ku hûn ê li ser wan giran telef bibin, werin teslîm bibin.

Bila ciwanên kurd jî leşkeriyê ji dewleta tirk re nekin. Gelo çawa dikarin qebûl bikin ku bibin kujerê kurdan? Li cîhanê mînakeke bi vî rengî nîne. Bi leşkeriya ji bo dewleta tirk hûn dibin kujerê xwişk û birayên xwe. Weke ciwanên kurd çi karê we li nava wê artêşê heye? Eger hûn jî bixwazin teslîm bibin wê gerîla we biparêze. Gerîla niha dîrokeke nû dinivîsîne. Berxwedaneke bêeman nîşan dide. Armanca wan tunekirina gerîla ye lê belê Erdogan wê di xewna xwe de jî nikaribe tunebûna gerîla bibîne. Em bi belgeyan diaxivin, eger belgeyên wan jî hebe bila deynin holê. Tenê balafirên wan hene, bi wan bawer dikin. Bi balafiran jî nikarin encamê bi dest bixin. Bi sedan balafirî êrîş dikin, lê dîsa jî nikarin bi ser bikevin.”

Ger ne ji PDK’ê bûya dewleta tirk nikaribû gavek jî biavêta

Têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re, Bêrîtan Dersim ev nirxandin kir: “Dewleta tirk dema ku fêhm kir ku li hemberî gerîla têk diçe, PDK xist dewrê. Divê PDK dest ji xiyanetê berde. Li ser xeta xiyanetê ye, bi tirkan re hevkariyê dike. Eger ne ji PDK’ê bûya dewleta tirk nikarîbû gavekê jî biavêje. Bi hev re li dijî gerîla operasyonê dikin. Êdî bes e bila dest ji vê xiyanetê berdin! Haya xelkê me yê Başûr jî ji vê xiyanetê heye. Em bi krîza li Başûr zanin. Gel mayinde ye, têkoşîn mayinde ye, PKK mayinde ye lê Erdogan ê çûyînê ye. Malbata Barzanî bila li ser Erdogan hesaban neke, naxwe wê li naverastê bimîne! Ne PDK lê malbata Barzanî! Hesabên xwe hemû li ser Erdogan û Bahçelî kirine. Malbata Barzanî li Başûr bûye hêzeke hegemonîk. Ji aliyekî ve dixwaze YNK lawaz bibe, li aliyê din jî dixwaze partiyên din ên muxalefetê tune bibe. Destûrê nade ku ji bilî malbata Barzanî kes biaxive. Gel perîşan kirine.

42 milyar Dolar li bankayên dewleta tirk e. Malbata Barzanî ji bo wî pereyî ji wir werbigire mehkûmî Erdogan bûye. Erdogan dest daniye ser wî pereyî. Dibêje, ‘Eger li dijî PKK’ê tu li kêleka min şer neke, hevkariyê neke tu nikare vî pereyê werbigirge’. Bi vî rengî malbata Barzanî dîl girtiye. Vê malbatê xelkê Başûr bêzar kiriye. Dixwazin ji vê malbatê rizgar bibin. Dixwazin tevî rêveberiya AKP’ê desthilatdariya xwe dewam bikin. Hîn dereng nebûye lewma divê bêne ser rêya rast. Beriya her tiştî bila welatparêz bin. Lê belê ev welêt difiroşin. Yekane daxwaza me ew e ku xiyanetê li gelê kurd nekin. Ji bo Başûr dibêje ‘parçeyê min e’. Başûr kengî bûye parçeyê te? Bila berjewendiyên malbatî deynin aliyekî. Di dîrokê de jî hat dîtin, gelê kurd ji ber van nêzîkatiyan gelekî winda kir. Bi rêbazên malbatî û eşîrî kesî tiştek bi dest nexistiye.

Dibêje ‘Ev der parçeyê min e, bila PKK ji Başûr biçe’. Ev çi bêexlaqî ye, çi rezalet e, çi bêaqilî ye? Ji te bêhtir mafê PKK’ê ye ku li vir be. Xelkê Başûr ji te bêhtir baweriya xwe bi PKK’ê tîne, pişta xwe dispêre PKK’ê. Dibe ku xelk ji ber zext û zordariyê nikare vê bêje lê belê rastî ev e. Hewl didin sîstemek mîna AKP’ê bidin rûniştandin, lê belê gel wê rojekê hesabê vê bipirse. Rewş her tim bi vî rengî dewam nake. Bila bi vê zanibin, Başûr ne malê bavê kesî ye. 40 sal in ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê li vê derê şer kirin. Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat ên gel e. Bêguman hurmeta me ji yên berê re heye yên ji bo Başûr şer kirin, lê belê siyaseta ku niha tê meşandin şaş e. Ji bilî malbata Barzanî kes naxwaze PKK ji Başûr derkeve. Beriya her tiştî em xwişk û birayê hev in. Pêşmerge jî birayên me ne. Ez jî kurd im, xelkê me yê Başûr jî kurd e. Lê belê radibe ne min, lê tirkan qebûl dike. Tu piştgiriyê didî tirkan ku bê xwişk û birayên te bikuje. Gelo pêşmerge wê vê qebûl bike? Gelê Başûr wê vê qebûl bike? Qebûl nakin.”

‘PDK li pey planên nû ye’

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim destnîşan kir ku ew vê heqaretê êdî qebûl nakin û wiha pêde çû: “40 sal in bi saya me li wir bi rehetî dimînin. Ew hikumet bi saya me heye. PKK her tim weke partiyeke kurd nêzî we bû, bi hestên welatparêziyê nêzîk bû, we weke dost dît. Me bi van hestan Hewlêr parast, Mexmûr parast. Dema ku te dest ji Şengalê berda û tu çû, me Şengal parast. PDK ji xwe li Şengalê qediya ye. We xiyanet li xelkê êzidî kir, we ew terikand. Hîn jî ji bo xelkê Şengalê warê xwe biterikîne hûn dibin hevparê komkujiyan. Hûn hewl didin ku tirkan li wê xaka pîroz bi cih bikin. 3 hezar jin ên êzidî hîn jî di destê çeteyên DAIŞ’ê û tirk de ne. Tevî ku yên jinên êzidî rizgar kirin YPG, YPJ û HSD ne, hûn dibêjin ‘me ew rizgar kir’. Tu reviya! Te ji ku rizgar kir? Piştî ku te xelkê êzidî li şûna xwe hişt û reviya, hingî li pêş çavên kurdan tu qediyayî!

Li Duhokê konek vedaye, xelkê êzidî li wir dimîne. Tu çima nahêle ku ew xelk li xaka xwe vegere? Tu çima bû sedem ku pêşengên wan Mam Zekî bê şehîdxistin? Tu çima bû sedem ku mirovê wê xakê Seîd Hesen bê şehîdxistin? Bêguman em xwişk û bira ne, bi qasî serê derziyê zerara me nagihêje xelkê Başûr, nagihêje pêşmergeyan. Bi hezaran ciwanên kurd li xaka Kurdistanê şehîd bûn; qet nebe mirov hinekî bi rêzdarî nêzîk dibe, mirov bi zimanê dijmin neaxive. Me bihîst ku planên nû yên PDK’ê hene. Me wezîfeya ku dikeve ser milê xwe bi cih anî. Eger hinekî şeref, exlaq, rûmet, namûs bi we re hebe hûn ê dest ji dijminatiyê berdin, hûn ê xwedî li nirxên gel derkevin. Dema ku ciwanên kurd parçe parçe têne qetilkirin hûn çawa dikarin bi hêsanî li mala xwe razên? Te hevalê Têkoşer da şehîdxistin ku li Mexmûrê serdana wî kiribû. Gelo ev ne xiyanet e? Tu çûyî çaya Têkoşer vexwar, lê li Metînayê bû sedem ku şehîd bikeve. Gelo bêwijdanî ewqasî jî dibe?

Hevalê Şukru emrê xwe da vê dozê. Ji Bakur bû lê belê ji bo xelkê Başûr dixebitî. Hûn bûn sedema şehîdketina wî. Hûn dixwazin Başûr radestî tirkan bikin, lê belê em ê pêşî li vê bigirin. Em ê nehêlin ku hûn xelkê me teslîmî tirkan bikin. Ji ber ku dewleta tirk wê sibe, dusib DAIŞ’ê li Başûr bi cih bike, çeteyên xwe bi cih bike. Wê gelê me koçber bike. Gelê Başûr ev heq nekiriye.

Em zanin ku gelê Başûr çawa welatparêz e, çiqasî ji PKK’ê û gerîla hez dike. Dibe ku niha ji ber ku ditirse dengê xwe nakin, lê belê divê li dijî vê xiyanetê helwestê nîşan bidin. Pêşmerge li dijî dijmin rahiştibû çekê, gelo em dijmin in? Ez ji pêşmergeyan dipirsim, gelo we li dijî gerîla rahiştin çekê? Aşkera û zelal bikin bê dijminê we kî ye? Pêşmerge û gerîla xwişt û bira ne, careke din bang dikim; werin em bi hev re li dijî dijmin di heman çeperê de şer bikin.”

Divê her kes xwedî li gerîla derkeve

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a li dijî dagirkieriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê qonaxê de pêwîstî bi fedakarî û karekî berfireh heye. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve gel, jin û ciwanên kurd wê bi erka xwe ya pêşengiyê rabin. Her wiha hêzên demokrasî û azadiyê divê cihê xwe di nava vê meşa têkoşînê de bigirin. Divê her kes xwedî li gerîla derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar