Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Iraq û başûrê Kurdistanê dengdan destpê kir 

Li seranserî Iraq û başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê di saet 07.00’an de dengdanê destpê kir û dê heta saet 18.00’an berdewam bike

Navenda Nûçeyan |

Li seranserî Iraq û başûrê Kurdistanê îro hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê di saet 07.00’an de dengdana giştî destpê kir û dê heta saet 18.00’an dengdan berdewam bike.

Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê 23 milyon û 986 hezar û 841 kesan mafê dengdanê hene ku ji van milyonek û 196 hezar dengên taybet in ku di 8’ê cotmehê de çûn ser sindoqan.

Di dema dengdanê de dê 343 hezar karmand li ser kar bin û karê hilbijartinê bidin meşandin.

Wê bi giştî li 8 hezar û 283 navendan deng werin dayîn. Li gorî sîstema nû ya hilbijartina Iraqê, Iraq li 83 herêman hatiye parvekirin. Ji bo 329 kursiyên parlamentoyê 3 hezar û 249 namzet dikevin pêşbaziyê ku ji van 951 jin in.

Nûnera Taybet a Sekretê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jenin Plasschaert aşkera kirîbû ku dê 900 kesên biyanî çavdêriya hilbijartina Parlamentoya Iraqê bikin.

Ji sala 2005’an ve ango piştî hilweşîna rejîma Baasê ve 4 hilbijartin pêk hatine. Di sala 2005, 2010, 2014 û 2018’an de pêk hatine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar