Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Nisan 2025

Bang li gelê Başûr hat kirin: Dijî siyaseta PDK’ê serî hildin

Çalakiya li ber dergehê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenayê gerîlayan dewam dike. Şêniyên navçeya Tirbespiyê û hêzên parastina civakî yên herêma Cizîrê, bang li PDK’ê kirin da ku ji xeta îxanetê vegere û cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem radestî malbatên wan bike

Navenda Nûçeyan |

Çalakiya konê xwepêşandanê yê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve li qada dergehê Sêmalkayê tê birêxistinkirin, ji bo radestkirina cenazeyên gerîleyên di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, di roja 9’emîn de didome.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) li qada çalakiyê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan rakirin û di nava tilîliyên dayikan û sloganên silavkirina berxwedana gerîla de, ber bi konê xwepêşandanê ve çûn.

Li wê derê, endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) Hediye Ebdulah axivî û bal kişand ser dîroka îxanetê ya PDK’ê û wiha got: “PDK ji destpêka damezrandina xwe ve û heta roja îro, xeta tesfiyekirina tevgerên kurdî, kuştin û revandina kesayet û şoreşgerên kurd esas girtiye. Ji ber vê yekê dîroka PDK’ê bi van sûcan dagirtî ye.”

Hediye bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK’ê serî hildin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar