Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

HPG: Berxwedana li Werxelê bênavber didome

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker berxwedana hêzên gerîla bênavber didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniya niviskî da û ev agahî parve kir:

“Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

15’ê cotmehê çaxê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan û çekên giran bombe kiriye. Piştî bombebaranê dagirkeran dema ku xwestine bi pêş ve biçin, berxwedêrên me yên li Werxelê muxahele li wan kiriye û şerekî giran çêbûye. Bi berxwedana şervanên me yên Werxelê dagirker nekarîne ku bi pêş ve biçin.

15’ê cotmehê saet nabera 22:30 -00:00’an li Mervanas a herêma Avaşînê û li qada Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye.

15’ê cotmehê derengiya şevê derdora gundê Êdinê yê nehyaya Kanî Masî ya Amediyê ji hêla qereqolên li ser xeta sînor bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

15’ê cotmehê saet di navbera 10:30-12:30’an de qadên Girê Savaş, Girê Hîwa, Girê Roj û gundên Bêpala, Tûtmê, Şêxan û Mawnanê yên herêma Qendîlê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Ji ber bombebaran dewleta TC’ê ya dagirker ziyan gihaye ser bax û baxçeyê gelê me yê sivîl û li eraziyê şewat derketiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar