Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Avaşînê di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran heye

Li qada Girê Qertelê ya herêma Avaşînê di navbera hêzên gerîla û artêşa tirk a dagirker ku operasyon daye destpêkirin de şerekî giran heye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“22’ê cotmehê serê sibehê li qada Girê Qertel a herêma Avaşînê artêşa tirk a ku operasyon dayî destpêkirin ketiye ber hedefa hêzên me. Li vê qadê di navbera hêzên me û artêşa tirk a dagirker de şerê giran didome. Agahiyên berfireh piştre wê werin parvekirin.

Ji 19’ê cotmehê saet 18:00’an heta 21’ê cotmehê qadên Stûnê û Qertel ên herêma Avaşînê bi obûsan hatiye bombekirin. 20’ê cotmehê saet 18:00’an artêşa tirk a dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bombe kiriye.

20’ê cotmehê saet 20:10’an Girê Berbizinan a Goşînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

21’ê cotmehê saet di navbera 18:20-21:00’an de qadên Werxelê, Girê Qertel û Girê Lanet ê herêma Avaşînê bi balafirên şer, obus û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin.

21’ê cotmehê saet 22:50’î qada Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

20 û 21’ê cotmehê êvarkî Girê Şehîd Fedakar a bi ser qada Sîda ya herêma Zapê ve û qadên Çemço bi obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin. Heman saetê tevgera helîkoptêran jî çêbûye.

22’ê cotmehê saet 09:30’an qada Girê Lanet a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar