Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Metînayê talankariya dewleta tirk

Dewleta tirk a dagirker li Metînayê daristanan qir dike. Darên hatine birîn bi kamyonan ji herêmê dibin

Dewleta tirk bi mehan e herêmê bomberdûman dike û daristanan dişewitîne, talan xwe ya li herêmê zêdetir dike.

Li gorî agahiyan dewleta tirk di 20’ê cotmehê de îhaleya talanê daye cerdevanên Sêgirka Şirnexê.

Şeyhmûs Babat û hin cerdevanên din, bi lezgînî li Nizûrêya Zendûrayê û li Derarêya Metînayê dest bi birîna daran kirin.

Cerdevan bi kepçe û dozeran darên li herêmê dibirin û piştre agir ber didin qadê.

Darên birîne jî bi kamyonan ji herêmê derdixînin. Wêneyên ku hatine bidestxistin jî vê talanê aşkera dike. Di wêneyan de tê dîtin ku bi hezaran dar hatine birîn. Ev bi tenê beşeke talanê ye.

Dewleta tirk dema diçe ku li wê derê sûcên şer dike. Bomberdûmankirina qadên sivîlan, kuştina sivîlan, valakirina gundan, înfaz û îşkence bûye karê rojane yê dewleta tirk a dagirker. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar