Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Agirî û Wanê polîsan êrîşî HDP’iyan kir

Ji ber şermezarkirina ‘Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê’ polîsan li Agirî û Wanê êrîşî HDP'iyan kir û gelek bi lêdanê binçav kirin

Navenda Nûçeyan |

Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê, xwest ji bo ‘Darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê’ daxuyanî bide. Polîsan êrîşî HDP’iyan kir û Hevserokên HDP’ê yên Bajar Semra Ozden û Erol Berke jî di nav de 6 kesan binçav kirin. Polîsan welatiyên ku xwestin tev li çalakiyê bibin jî asteng kirin. Li ser vê yekê HDP’iyan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Welatiyên li hawirdorê helwesta polîsan şermezar kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî bi heman armancê li Kuçeya Hunerê xwestin daxuyanî bidin çapameniyê. Polîsan bi hinceta qedexeya Walîtiya Wanê destûr nedan HDP’iyan. Ji ber vê ji bo demekê di navbera HDP’î û polîsan de nîqaş derket. Piştre polîsan êrîşî HDP’iyan kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kirin. Her wiha polîsan asteng kir ku rojnameger jî dîmenan bikişînin.

HDP’iyan polîsan şermezar kir û çalakiya rûniştina li dar xistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar