Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Jin li dijî tundiyê meşiyan

Jinên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî tundiya li ser jinan şermezar kir û berxwedana jinan a li dijî her cureyên tundiyê silav kirin

Ji rêzeçalakiyên bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, bi sedan jinên kantonên Efrîn û Şehbayê li gundê Kefer Naya yê Şehbayê meşek li dar xist.

Meş ji naverasta Kefer Naya dest pê kir. Di meşê de alên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên ‘Na ji zewicandina zarokan re, na ji destdirêjiya cinsî re, tecawîz sûceke nayê efûkirin’ hatin hiland û durişmên şermezarkirna tundiya li dijî jinan û qetilkirina zarokan hatin berzkirin.

Meş li qada dibistana Kefer Naya veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin, dûvre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Şehbayê Bedîe Muslim axivî û wiha got: “Bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê em Yekitiya Jinên Ciwan sûc û binpêkirinên ji qetilkirin û tecawizê ku li dijî tevahî pêkhateyan pêk tên, her wiha sûcên li dijî zarokan pêk tên şermezar dikin.

Zihniyeta mêrdestî, urf û adet hîn jî bi tevahî cureyên tundiyê li dijî jinan pêk tên, bi taybet jinên ciwan ên bi hincet cuda tên qetilkirin. Ev sûceke dûrî mafên civak û jinan e.

Em jinên ciwan ên kantona Şehbayê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistinkirî ne û soz didin ku em ê her kesê tundiyê li dijî jin û zarokan pêk tînin muhasebe bikin û li kêlek jinan bisekinin û biparêzin.”

Meş bi durişmên şermezarkirina tundiya li dijî jinan û silavkirina berxwedana jinên ciwan bi dawî bû. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar