Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li saziyên navneteweyî dan

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin tecrîda giran de, serî li saziyên navneteweyî dan

Navenda Nûçeyan |

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin, ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê di bin şertê tecrîdê de girtî ne, serî li saziyên navneteweyî dan û daxwaz kirin ku tecrîda li Îmraliyê teşhîr bikin.

Helwdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ên ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê di bin şertê tecrîdê de girtî ne didomin.  Parêzeran, piştî ku serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Wezareta Edaletê, saziyên girêdayî wezaretê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê, baro û rêxistinên sivîl dan îro jî serî li rêxistinên sivîl û saziyên navneteweyî dan.

Sazî û rêxistinên sivîl ên navneteweyî ku parêzeran serî li van dan wiha ne: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), Komeleya Pêşîligirtina Îşkenceyê (Association For The Prevention Of Torture/APT), Konseya Yekitiya Hiqûqê û Baroyên Ewropayê (Council Of Bars And Law Societies Of Europe/CCBE), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê ya Ewropayê (European Association Of Lawyers For Democracy &World Human Rights/ELDH), Federasyona Baroyên Ewropayê (Federation Des Barreaux D’Europe/FBE), Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FİDH), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (IADL), Serwîsa Mafên Mirovan a Navneteweyî (ÎSHR), Parêzerên ji bo Parêzeran, Hiqûqnasên Tirkiyeyê (Lawyers For Lawyers) Projeya Piştgiriya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (Turkey Human Rights Litigation Support Project), Rêxistina li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (World Organisation Against Torture/OMCT), Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (European Democratic Lawyers/ADL-EDL).”

Parêzeran di serlêdana xwe de ji sazî û rêxistinen daxwaz kir ku pêkanînê li dijî hiqûqê yên li Îmraliyê teşhîr bikin. Her wiha parêzeran ji sazî û rêxistinan daxwaz kir ku ji bo rewşa dijmîrovî ya li Îmraliyê bi dawî bibe bikevin nav hewldanan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar