Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 11 Ağustos 2025

Cezayên dîsîplînê li Ocalan hat birîn!

Aşkera bû ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan du cezayên nû yên dîsîplînê hatiye birîn

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe ‘bi lezgînî’ biçin dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, 22’ê mijdarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran diyar kirin ku 8 meh in ew nikarin agahiyê ji Ocalan û 3 muwekîlên xwe yên din werbigirin, ji ber ku li ser rewşa jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtinê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên mîna pandemiyê qet agahdar nînin, ew bi fikar in.

Parêzeran ji dadgehê xwestin ku dawî li vê rewşa ‘bêagahîmayinê’ bîne û bike ku karibin muwekîlên xwe bibînin.

Bi redkirina serlêdana parêzeran re aşkera bû ku du cezayên nû yên dîsîplînê li Abdullah Ocalan birîne. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana parêzeran red kir û ji bo hincetê jî diyar kir ku di encama lêpirsîna dîsîplînê ya der barê Abdullah Ocalan de 12’ê cotmehê ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê hatiye birîn.

Dadgeriyê ji bo serlêdana hevdîtina malbatê jî biryara redkirinê da û ji bo vê jî weke hincet ragihand ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê 18’ê tebaxê ji bo 3 mehan cezayê ‘bêparhiştina serdanê’ birî ye.

Dadgeriyê li ser hinceta cezayê qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran re û qedexeya 3 mehan a hevdîtina bi malbatê re agahî neda. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar