Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Çeteyên DAIŞ’ê xaniyên gundê Lihêban şewitandin

Piştî ku duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Lihêban a girêdayî navçeya Sergeran a Kerkûkê kir û xelkê gund daxwaz ji artêşa Iraq û pêşmergeyan kirin bi hewara wan ve herin, lê neçûn. Xelkê gund neçar ma gundê xwe vala bikin. Çeteyên DAIŞ’ê jî ketin gund û xaniyên welatiyan şewitandin

Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Lihêban a girêdayî navçeya Sergeran a Kerkûkê kir. Piştî çeteyan êrîş kir, şêniyên gund bersiva çeteyan dan û pevçûn rûda. Pevçûn heya derengiya şevê dewam kir. Li gorî agahiyan xelkê gund daxwaz ji artêşa Iraq û hêza pêşmerge kiribû li hewara wan herin, lê tu hêz bi hewara wan ve neçûn.

Piştî ku tu hêz bi hewara şêniyên gund neçûn, welatiyan îro di saetên êvarî de ji neçarî gundê xwe berdan.

Di saetên şevê de jî li gorî hin dîmenên li ser medyaya dijîtal hatine belavkirin, diyar dibe çeteyên DAIŞ’ê ketine nava gundê Lihêban û xaniyên welatiyan dişewitînin.

Heta niha gelek caran çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Lihêban kirine. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar