Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Xelkê Şengalê hikûmeta Kazimî şermezar kir

Ji ber êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê, xelkê Şengalê li navçeya Sinûnê daket qadan, ber bi baregeha Hêzên Emniyeta Wetenî meşiyan û xemsarî û bêhelwestiya hikûmeta Iraqê şermezar kir

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda îro li çiyayê Şengalê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Girseya gel piştî merasîmê dakete navçeya Sinûnê ya Şengalê û dest bi meşê kir. Girseya gel timî dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’ û ‘Bijî xweseriya Şengalê’ avêtin.

Xelkê Şengalê ji bo nerazîbûnê nîşanî bêhelwestiya hêzên Iraqê bide berê xwe da baregeha Hêzên Emniyeta Wetenî ya Iraqê. Gel bi dirûşman hevkariya hikûmeta Kazimî û hêzên Iraqê ya bi dewleta tirk re şermezar kir.

Dayik û jinên Şengalê yên dilşewitî û bihêrs nerazîbûneke tund nîşana hêzên Iraqê dan û wiha gotin: “Tu ferqeke we ji dewleta tirk û DAIŞ’ê nîne.”

Her wiha jinên ciwan diyar kirin ku ger ev hêzên Iraqê yên li Şengalê nikarin erka xwe bi cîh bînin, bila ji Şengalê derkevin.

Asayîşa Êzîdxanê jî girseya bihêrs kontrol kir ku ji bo aloziyeke mezin rû nede. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar