Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Li Bexdayê kongreya ‘Ber bi diyaloga Kurd û Ereban’

Li Bexdayê bi navê ‘Ber bi diyaloga kurd û ereban a serkeftî’ bi tevlêbûna gelek akademîsyen, nivîskar û civaknasan kongreyek tê lidarxistin

Îro li Bexdayê bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê, Kongreya ‘Ber bi diyaloga Kurd û Ereban a serkeftî’ dest pê dike.

Di kongreyê de zêdetirî 100 akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraq, başûrê Kurdistan û pêkhateyên cuda yên li Iraqê wê amade bin.

Bernameya kongreyê bi vî awayî ye:

“Wê di panela yekem de li ser xebata hevbeş ya ereb û kurdan a dîrokî be. Panel wê ji aliyê Dr. Seyf Ednan Kazim were pêşkêşkirin. Mijara duyem wê li ser ‘Bandora dewlet-netewê ya li ser peywendiya ereb û kurdan’ ji aliyê Dr. Edlî Mehdî ve were dayîn. Mijara sêyem wê li ser ‘Bandora siyaseta dagirkeriya navnetewî û metirsiya projeya osmaniya nû ya li ser Iraqê’ ji aliyê Hesen Cudî ve were pêşkêşkirin.

Piştî wê li ser ‘Rola jinên ereb û kurdan a di guhertina hêza civaka Iraqê de’ Necîbe Qeredaxî jî mijara çarem pêşkêş bike.

Her wiha mijarek li ser ‘Pêşbaziya hevbeş a navbera kurd û ereban de’ ji aliyê Prof. Hîkmet Hebîb ve were dayîn.

Her wiha wê mijarek li ser ‘Dewleta welatîbûn, neteweya demokratîk, projeya çareseriya pêşniyarên ji bo stratejiya herêmê’ ji aliyê Dr. Kamîran Berwarî ve were pêşkêşkirin.” BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar