Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Dewleta tirk nikare têkçûna xwe veşêre

HPG’ê diyar kir ku êrîşên hewayî yên giran hatine kirin lê tiştek bi hêzên wan nehatiye û destnîşan kir ku dagirker dê nikaribin têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla veşêrin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî  çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyanî da û ev agahî parve kir: “Di encama çalakiyên xurt ên demên dawî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de artêşa tirk a dagirker derbên giran xwar. Niha jî hewl dide bi êrîşên hewayî yên giran ên li ser qadên gerîla encamê werbigire. Di êrîşên hewayî yên artêşa dewleta tirk de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.

Dewleta tirk a mêtinger bi rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet îdîa dike ku di êrîşan de windahiyên me çêbûne û li ser vê yekê ji xwe re hejmaran diyar dike, li ser vê yekê jî nûçeyên derewîn amade dike û dixwaze hem raya giştî bixapîne hem jî têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin propagandaya şerê taybet a dagirkeran ku li ser derewan dike.”

Di heman daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker ên ‘bêencam’ ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, ev tişt hat gotin: “13’ê kanûnê saet di navbera 16:30-20:30’î de li herêma Garê gundê Dêrîkê yê ser bi navçeya Duhokê û qada Sêdarê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 12 û 14’ê kanûnê de artêşa tirk qadên Kûnîşka, Şehîd Rustem, Karker û Çemço yên herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kir.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar