Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Êrîşa dewlet tirk a li ser Kobanê şermezar kirin

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk projeya demokratîk dike hedef û hewl dide gelê kurd qir bike. Her wiha Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşa dewleta tirk şermezar kir

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî êrişê dewlet tirk li pêşiya avahiya meclisê ya Kobanê daxuyanî da û dewleta tirk şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta tirk hewl dide qirkirineke nû li dijî gelê kurd û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînê û hat destnîşankirin ku rêjeya êrîşên dewleta tirk zêde bûne, di demekê de ku projeya hevbeş a di navbera pêkhateyan de bi ser dikeve û ji hêviya cîhanê re bûye hêvî.

Ehmed da zanîn ku diyar e ku AKP gihaştiye rêyeke girtî û dixwaze bi rêya êrîşan çavan ji ser aloziya xwe ya aborî di hundir, bigire.

Di daxuyaniyê de bang li civaka naveteweyî û dewletên garanetor hat kirin ku şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, rola xwe di sekinandina hovîtiya dewleta tirk de bisekinin da ku bi hevre ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa li dijî Kobanê şermezar kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî der barê êrîşa dewlet tirk a li ser Kobanê daxuyanî da û wiha got: “Balafireke dewleta tirk a dagirker malek li taxa Şehîd Peyman a bajarê Kobanê kir armanc. Di encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 7 sivîl jî birîndar bûn.

Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrîşên faşîst şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku pabendî soz û peymanên navneteweyî yên parastina maf û mal û milkên sivîlan bin. Her wiha zextê li dewleta tirk bikin da ku êrîşên bi vî rengî dubare neke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar