Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Kanadayê ji bo PKK’ê kampanyaya îmzeyan dest pê kir

Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, li bajarê Toronto yê Kanadayê bi pêşengiya Komuna Jin a Azad a Sara û Meclisa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê çalakiyek hat lidarxistin

Ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin, li bajarê Toronto yê Kanadayê bi pêşengiya Komuna Jin a Azad a Sara û Meclisa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Çalakî di çarçoveya kampanyaya global de ya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ hat lidarxistin.

Komuna Jinên Azad a Sara û Meclisa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê bi rêya vê çalakiyê li Kanadayê dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Çalakger ji qada Bloorê heta ber avahiya Şaredariya Torontoyê çalakger meşiyan û li vê derê demeke dirêj govend gerandin û dirûşm qîriyan.

Bi zimanê îngilîzî daxuyanî hat xwendin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Divê dewleta faşîst tavilê dawî li vî sûcî bîne.”

Di belavokê de îşaret bi girîngiya Ocalan a di paşeroja kurdan de hat kirin.

Di çalakiyê de şehîdên Komkujiyên Parîs û Silopiyayê hatin bîranîn û hat ragihandin ku heta kujer bên cezakirin dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Çalakgeran xwestin ku ji bo dawî li zilma li ser gelê kurd bê anîn tecrîd bê rakirin û PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî bang têkoşîna bênavber kirin. TORONTO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar