Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Malbatên girtiyan li ber ATK’ê nobed dan destpêkirin

Malbatên girtiyan ên li pêş ATK’ê hatin cem hev û çalakiya nobedê dan destpêkirin, bertek nîşanî raporên ATK’ê yên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan

Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ya li Yenîbosnayê hatin cem hev. Malbatên girtiyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgiriya çalakiya înîsiyatîfê kirin.

Endamên înîsiyatîfê ku diyar kirin her hefte roja pêncşemê bi daxwaza ‘ji girtiyên nexweş re azadî’ li pêş ATK’ê werin gel hev, xwestin li vir daxuyaniyê bidin. Lê polîsan îdia kir ku biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Bahçelîevlerê heye û çalakiya rûniştinê asteng kirin.

Bertek nîşanî ATK’ê dan

Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Perîhan Akbûlût ku bertek nîşanî astengkirinê da, diyar kir ku nexweşxane derbarê girtiyan de rapora ‘nikarin di girtîgehê de bimîne’ didin lê ATK berovajiyê wê rapora amade dike û bertek nîşan dan. Polîsan ji berteka dayikê re wiha gotin ‘Derbarê daxuyaniya çapemeniyê de biryara qedexeyê heye. Li vir daxuyaniyê nedin çapemeniyê.’ Piştî ku dayikan bertek nîşanî polîsan dan, polîsan dayik bi ‘kirina propagandayê’ sûcdar kirin.

Piştevanî dide jiyîn

Piştî ku dayikan di çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê de israr kir, polîsan li rojnamevanan dan û ji qadê derxistin. Polîsên ku malbat dorpêç kirin, demekî dirêj ev dorpêç berdewam kirin. Lê malbatan dowizên ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’, ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ û ‘Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn’ vekirin û bertek nîşanî dorpêçê dan. Malbat piştî bertekên ku nîşandan ji pêşiya ATK’ê bi darê zorê hatin derxistin.

Malbatên girtiyan, bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî derxistina xwe ya bi darê zorê dan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar