Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HSD: Hêzên me beşa herî mezin a Girtîgeha Sînaayê kontrol kir

HSD’ê ragihand ku hêzên wan rewşa ewlehiyê ya li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaa ya Xiwêran xistiye bin kontrola xwe. Her wiha da zanîn ku operasyonên wan ên ewlekariyê didome

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa dawî ya li girtîgeha Sînaayê de daxuyanek da.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Hêzên me bi oparasyonên ewlehî û leşkerî ên di çend rojên borî de bi ser ketin û rewşên ewlekariyê yên xeternak li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaa li Hesekê û derdora wê ku rastî êrîşa terorîstên DAIŞ’ê hatibû, kontrol kirin. Hêzên me gelek çeteyên ku êrîşî girtîgehê kirine, girtin. Her wiha çeteyên ku beşdarî îsyana hemwextî êrîşan bibûn, tûşî xweradestkirinê kirin.

Hejmara endamên terorîst ên ku hêzên me ew mecbûrî xweradestkirinê kirine bilind bû û nêzî hezar çeteyî ye. Hemleya hêzên me û oparasyonên ewlekariyê ji bo kontrolkirina tevahiya girtîgehê, didomin.

Her wiha hêzên me li herêmên Dêrazorê, Reqa û Hesekê bi baldarî hemleyên berfireh ên paqijiyê didomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar