Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Îtalyayê dîplomasî û rêzeçalakiyên kurdan

Li Îtalyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' bi gelek şaredariyan re hevdîtin hatin kirin û ji bo tevlibûna li meşê afîş hatin daliqandin

Bi wesîleya salvegrea 23’an a komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Îtalyayê karê dîplomasiyê hat kirin.

Şandeyek bi pêşengiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê li Roma, Montova û Cenovayê bi şaredariyan re hevdîtin kir.

Di hevdîtinan de ji şaredariyên navborî hat xwestin ku welatîbûna rûmetî bidin Rêberê Gelê Kurd û îşaret bi rewşa girtiyên nexweş bi taybetî jî rewşa Aysel Tûglûk hat kirin.

Bi rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan re jî hevdîtin hatin kirin. Di dema van hevdîtinan de ji bo kampanya azadiya Abdullah Ocalan piştgirî hat xwestin.

Li Roma û Montovayê, ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ya Yekitiya Ewropayê bê derxistin standên îmzeyan hatin danîn, ji bo meşa şermezarkirina komloya navneteweyî ku dê 12’yê sibatê bê lidarxistin li Roma û Mîlanoyê afîş hatin daliqandin.

Her wiha wesayitek ji reklaman bi wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta 11’ê sibatê dê li kolanên Romayê bigere û bang li şêniyên bajêr bê kirin ku tev li meşê bibin. ROMA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar