Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Gunay: Em ê ji bo tîfaqa kurdan bixebitin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de daxuyanî da çapameniyê û nirxandinan kir. Di rojeva Gunay de tifaqên partiyên siyasî hebûn. Gunay, hevdîtina di navbera 6 partiyên muxalefetê de bi bîr xist û diyar kir ku hevdîtinên ku bi ferzkirinên netewperest pêk tên ji pirsgirêkên welat re nabin çareserî.

Gunay destnîşan kir ku ew kar û xebatên xwe yên tifaqa demokrasiyê roj bi roj xurtir dikin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêk bînin. Di meha adarê de em ê dest bi van hevditinên xwe bikin. Em ê helwdanên xwe mezin bikin da ku em tifaqa kurdî jî mezin bikin. Hedefa me ew e ku kurdek jî li derveyê vê tifaqê nemîne. Ji bo pêşeroja kurdan tifaqa kurdî pir girîng e.”

Gunay di berdewama axaftina xwe de bang li kurd û kurdistaniyan kir û wiha got: “Em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêk bînin û azadiya gelê kurd biparêzin. Yekitiya kurdan pêk bînin. Ji bo kurdan tenê yekitiya kurdan, azadiya kurdan esas bê girtin. Ji ber ku roj roja yekitiya kurdan e. Em ê ji bo yekitiya kurdan tifaqa kurdî ava bikin û kar û xebatên wê bimeşînin.”

Gunay bertek nîşanî êrîşa ku duh êvarê li dijî avahiya rêxistina wan a navçeya Yuregîr a Edenê pêk hatibû da û got ku ew dizanin êrîş ji aliyê çeteyên ku desthilata wan xwedî dikin ve pêk hatiye û wê tu demê negihîjin armanca xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar