Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hesen Şêx Hesen: Bi Tevgera Azadiya Kurdistan re bibin yek

Bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Şêx hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ya ku nûnertiya fikrên netewa demokratîk dike, bibin yek

Şehîd Ezîz Ereb ku yek ji yekemîn ciwanên ereb e ku ramana Tevgera Azadîkirina Kurdistanê nas kir û di sala 1983’an de tevlî Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê bû û piştî 3 salan ji tevlibûna wê gihişt asta şehadetê. Bavê wî Hesen şêx Hesen her sal bi coş û heyecaneke mezin beşdarî cejna Newrozê dibe.

Di derbarê newroza 2022’yan de, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) li Şehbayê hevdîtineke taybet bi bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Şêx Hesen re pêk anî. Hesen piştgiriya xwe ya ji Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re diyar kir û wiha got: “Dixwazim bi rêya vê ramana azad ya demokrat ji zordariya hêzên otorîter rizgar bibim. Jixwe xewna min ya mezin ew bû ku ez li welatekî azad bijîm, li welatekî ku hemû gelan vedihewîne nav xwe û li ser bingeha hevjiyaneke azad û hevbeş pêk tê. Em welatekî kole ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye desteserkirin naxwazin, hemû welatên cîhanê li dijî me û li dijî vê bîrdoziya ku di nava xwe de fikra neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş dihewîne, radiwestin. Lê belê em xwedî hêzeke bêhempa ne û xwedî bingeh, pîvan û exlaq in, ji ber vê yekê hemû dewletên cîhanê nikarin li pêş vîn û têkoşîna me ya azad derkevin. Em ji hemî gelan dixwazin ku xwedî li vê fikra azad û demokratîk derkevin.”

Hesen bi gotina xwe ve çû û wiha got: “Cejna Newrozê ne tenê cejna gelê kurd e lê belê cejna hemî gelên cîhanê ye û Newroz pêta azadiyê ye ku wê azadiyê ji tevahî gelên bindest re pêk bîne”.

Di dawiyê de Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku bi Tevgera Azadiyê re ya ku nûnertiya biratiya gelan û netewa demokratîk dike, bibin yek û wiha got: “Tevgera Azadiyê wê di navbera hemû gelan de aşîtyê pêk bîne, wê cîhanê ji desthilatdarî û ji hêzên zordar rizgar bike, wê Newroza 2022’yan bike Newroza yekbûyîna gelê Sûriyeyê bi hev re û wê civakek azad demoqratîk ava bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar