Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

YJA Starê li Avaşînê li dagirkeran da: 3 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên YJA Starê li herêma Avaşînê derbeke 'xurt' li artêşa tirk a dagirker xistine. Li gorî daxuyaniyê, 3 dagirker di encama çalakiyê de hatine cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

13’ê nîsanê saet di 18.13’an de hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li Girê Şehîd Dilgêş xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran lê dan. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li du çeperên li ser gir hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û sîstemeke kamera mobesse hatin îmhakirin.

13 û 14’ê nîsanê qadên Girê Cûdî û Girê FM ên herêma Zapê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

14’ê nîsanê saet di navbera 16.00-22.30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Werxelê û Şehîtlîkê geriyan. Heman demê qada Werxelê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

14’ê nîsanê saet di navbera 14.05-21.40’î de li herêma Zapê qadên Karker, Cehennem, Şikefta Birîndaran, Kurojahro, Şehîd Şahîn û Şehîd Rustem 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman rojê saet di 21.30’î de qada Kunîşka ya herêma Zapê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar