Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

KNK’ê cejna Paskalyayê li bawermendên Mesihî pîroz kir

KNK'ê cejna Paskalyayê li gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û tevahiya bawermendên Mesihî pîroz kir û wiha got: "Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê cîhanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramiyê."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Paskalyayê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Peyama KNK’ê wiha ye: “Îro cejn e, roja qiyamê ye, roja rabûnê ye, cejna Paskalyayê ye. Di demekê de ku gelên Mezopotamyayê û gelên li Kurdistanê di qonaxeke dîrokî de ne, cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin. Her sal gelê me yê Mesihî, bi taybetî peyrewên mezhebê katolîk, yekem roja yekşemê ya serê Nîsanê weke roja (qiyamê – rabûnê) Paskalya yê, cejnê pîroz dikin. Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re dibihûre. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkên wê ve çarenivîssaze. Şoreşa gelan a li dijî zilm û dagirkeriyê, gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî  û hwd. hembêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalyayê, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar a ji bo damezirandina civakeke wekhev û pêkve jiyana bi aştî û bexteweriyê. Em weke KNK, bi germî cejna Paskalyayê li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê cîhanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar