Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HRE: 14 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî û Şehbayê çalakî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê bîlançoya van çalakiyan wiha ye:”Li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, çalakiyên bersivdayinê yên hêzên me dewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 23’ê nîsanê, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê, li hember maşîneyek kar a çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encamê de ev maşîne hate rûxandin.

Heman rojê 2 çalakiyên sekvanî li pêşiya gundê Malikiyê hatin lidarxistin. Di wan her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

Roja 24’ê nîsanê, hêzên me li pêşiya Bendava Şehbayê, li dijî baregeheke çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Heman rojê, di çalakiyeke sekvanî de ya li gundê Samûqa hat lidarxistin çeteyek hat kuştin.

Roja 30’ê nîsanê, li gundê Kîmarê, hêzên me li hember baregeheke artêşa tirk a dagirker çalakiyek serdagirtinê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûn. Hejmara birîndaran nehat zelalkirin. Di vê çalakiyê baregeh û çeperên dagirkeran hatin rûxandin. Her wiha 2 çekên AK-47 û hinek alavên teknîkî hatin desteserkirin.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 14 dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 dagirker jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar