Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Bi neteweya demokratîk çareserkirina pirsgirêkan

Li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê pirsgirêkên cûda yên civakê û xwezayê hene. Bi avakirina pergala dewletê qaşo dê pirsgirêkên civakan û ya xwezayê heta radeyekê bihatiban çareserkirin.

            Pergala dewletê ji dema Sumeriyan heta îro heye. Ev jî nêzî 5 hezar sal e. Bi gelek birdozî, ol û mezhebên cûda ev dewletana û civakên Cîhanê hatine rêvebirin. Xweza xistine bin rept û zepta xwe. Pergalên koledarî, lîberalîzîm, sosyalîzma real, pergala şerîetê, netew dewletê û hwd. hatine ceribandin.

            Belê qasî tê xwestin tu pergalan çareserî ji pirsgirêkên civakê û xwezayê re ne anîn e. Berevajî pirsgirêk kûrtir û mezintir kirine. Gorî dîrokzan û pisporan tê gotin ku 5 hezar salên dema dewletbunê de, ji sedî 75’ê wî bi şer û pevçûnan derbas bûye.

            Şer û pevçûnan qetlîam li ser civakan, li ser xwezayê kiriye. Mirovahî birçî û xîzan hiştiye. Lawir kuştine û jîngeha wan xerap kiriye. Îro jî ev berdewam e.

            Ji ber bîrdozî û pergalên dijî xwezaya mirovan û xwezayê, mirovahî ketiye nava  qeyraneke kûr. Xweza jî li ber pêla talan û tunekirinê ye. Mîzaniya xwezayê jî bi lezgînî tête xirabkirin.

             Ber hindê hewcehî bi bîrdoziyek û pergalek nû ya rêveberiya civakê û parastina xwezayê heye. Ew jî bîrdoziya demokratik modernîtê û pergala konfederal ya neteweya demokratîk û xweser e. Pêve girêdayî demokrasiya radîkal e.

            Bê guman her pênaseyeke ji vana hewcehiya wan bi şîroveyên kûr ê berfireh heye. Ji ber ku derfeta me nîne ez dê tenê bi kurtî behsa pergala netewa demokratîk bikim û ka çareseriiyên çawa pêşniyarî mirovahî û civakan dike.

            Îro li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hinek pirsgirêkên esasî hene. Dijbertî an jî nenaskirina ol û mezheban. 2. Dijbertî an jî nenaskirina kême etnîsîtan û netewan. 3. Dijbertiya jinan û newekheviya jin û mêran. 4. Newekheviya karker, karmend, xizanan û dewlemendan. 5. Ji hela dewlemendan ve talankirin û xerap kirina xwezayê.

Bê guman gelek pirsgirêkên din jî hene belê wekî yên sereke mirov dikare vana destnîşan bike.

Wekî mînak, eger em li ser avabûna Dewleta Tirk hinekî rawestin; dibêje yek dewlet, yek al, yek ziman, yek netew, yek ol, yek mezhep û hwd.

             Belê tê zanîn ku Rojhilata Navîn û Anatoliya dergûşa mirovahiyê ye. Gelek ol, etnîsîte, netew bihev re jiyane û niha jî dijîn. Çandên cuda avakirine.

 Di dîroka kevin de mirovahî jin wekî xwedawendan pênase kiriye û pîroz dîtiye. Beriya dewletbûnê jiyana komînal û demokrasiyeke qilasîk jiyayîne. Xwe wekî parçeyekî xwezayî dîtine û xweza dayîka duwemîn qebûl kirine û parastine. Rêz ji hemû zindiyan re girtine.

            Bi dewletbûnê ev feraseta gorî rastiya civak û xwezayê hate xirabkirin. Pergala Demokratîk modernîte, konfederalîzma neteweya demokratik û xweser bi wî ve girêdayî demokrasiya radîkal ser hîmê cerbên dîrokî û heqîqeta mirovahî û xwezayê xwe ji nû ve ava dike û dixwaze pirsgirêkên heyî çareser bike. Mirovahî û xwezayê ji qeyranên wî heta radeyekê rizgar bike.

             Divê serî de ev bête gotin; her çiqas serdestan gotibe dewlet a gel e, di rastiyê de ev pergal a serdestan e. Xizmeta berjewendiyên wan dike. Ser civak û xwezayê talankerî, xwînmijî, zorê pêktîne. Şerker e. Civakê alî jin û mêr de alî dewlemen û xîzanan de alî netwan de û alî ol û mezheban de parçe dike. Dijmatiya gelan pêş dixe.

            Bîrdoziya demokratîk modernîtê dijberê pergala dewletê, pergala gelan neteweya demokratîk, xweser û konfederalîzmê pêşniyar dike. Ev pergal ji jêr de civakê ser esasê demokratîk bi aweyeke konfederal, di bine sêwana meclisan de ser hîmê civaka ehlaqî û demokratîk bi rêxistin dike. Gorî ol, netew, xwestekên civakî di nava pergalê de xweseriyan, eyaletan avadike. Bi dewletên cîran an jî herêmî re ser esasê demokrasiyê  konfederalîzma aborî, çandî, artêşî û hwd avadike.

            Nava pergala xwe û Cîhanê de gelan, ol û mezheban, jin û mêran wek hev dibine û azadî, wekhevî û xwe rêveberiya wan bi awayên xweser misoger dike. Nakokiya navbera dewlemend û xîzanan de bi aweyeke komînal û demokratik çareser dike.

Li himberê şer, aştiyê diparêze. Îro eger bîrdozî û pergala demokratîk modernîtê û netewa demokratik bête pêşxistin û qebûlkirin; dê hem li Tirkiyeyê, hem jî li Rojhilata Navîn ev pirsgirêkên sereke û yên din bene çareserkirin. Aştî û demokrasî bête misogerkirin û pêşî li hemû êrişîn ji derve têne kirin bêne astengkirin. Heyînên herêmê bikeve xizmeta gelan û pêşketin çêbibe. Xweza û civak dê gorî heqîqeta xwe jiyanek aram û serbilind bijî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar