Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Kongra Star: CPT xwedî erk e divê bîne cih

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji CPT`iyê re şand û bang lê kir ku erkên xwe pêk bîne û tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girankirin, bi dawî bike.

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî rewşa li Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, nameyek ji CPT`yê re şand.

Meclisê di nameya xwe de ji bo CPT’yê wiha got:“Tecrîda giran ku li ser rêber Abdullah Ocalan li îmraliyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin bi salane bêhiqûqiya ku tê kirin hemû pîvanên mirovî, qanûn û hiqûqa navneteweyî têne binpê kirin. Tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan hat girankirin û bi hincet û bihaneyên cuda cuda mafê rêber Abdullah Ocalan wekî girtiyekî siyasî bi awayekî dij mirovî têne binpêkirin.

Berpirsyariya saziyên navneteweyî yên xwediyê erk in ku li beramberî van kiryaran û îşkenceya ku li Îmraliyê tê kirin, wan erkên xwe bînin cih, lê ev sazî hemû bêdeng in.

Ev demeke dirêj e ku tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û rê nayê dayîn ku parêzer û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Ev yek metirsî û fikaran li ser rewşa Rêber Apo çêdike.

CPT xwedî erk e ku rewşa Îmraliyê bişopîne û bi berpirsyartiya xwe rabe. Lê heta niha bi erka xwe ya exlaqî ranebûye ji ber ku erk û berpirsyartiya wan e ku van rewşên însanî bişopînin lê xuyaye ku ev saziyên navneteweyî û mirovî li gel tecrîda girankirî, bê hiqûqî û bê qanûniya tê kirin ji aliyên hinek hêzan ve esîr hatine girtin.

Ji bo wê em bang li CPT dikin ku li gorî dadgeha mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî erka xwe bi awayekî qanûnî pêk bîne. Ev yek erka hemû aliyên peywendîdar e mîna saziyên navneteweyî yên hiqûqî, rêxistina mafê mirovan û bi taybet CPT, ku li dijî siyaseta tecrîdkirin û bêdengkirinê bi awayekî qanûnî bi erka xwe rabin û berpirsyartiya xwe pêk bînin. Rewşa Rêber Apo zelal bikin û hemû mafên wî yên qanûnî ku hatine binpê kirin pêk bîne. Tecrîda li Îmraliyê were rakirin, di nav de mafê hevdîtinê bi parêzer û malbatê re were dayîn, sûcên ku hatin kirin hesab were pirsîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar