Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 6 Kasım 2025

Hewldanên PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin berdewam dikin

Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî berdewam dikin. Tenê li Başûrê Kurdistanê 300 hezar îmze hatine komkirin. Wê îmzeyên ku hatine komkirin radestî aliyên peywendîdar, DMME û Neteweyên Yekbûyî (NY) werin kirin

Ji bo navê PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin, Însiyatîfa Edalet a Navneteweyî ya ji bo Kurdan, 13’ê kanûna 2021’an kampanyayek hate destpêkirin.

Parlamenter, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr û aktîvîst jî di nav de ji 30 welatî zêdeyî hezar kesên navdar pêşengî ji kampanyayê re kirin. 1003 kesî mohra xwe danîn binê kampanya ‘Bila PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin’. Di vê çarçoveyê de di 29’ê çile de Herêma Kurdistanê bi dirûşmeya, “Dem dema azadiyê ye” kampanya komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxisitnên qedexekirî destpê kir. Bi sedan siyasetmendar, wêjevan, nivîskar, kesayet, hunermend, mela, pêşmergeyên dêrîn û yên bajarên Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Helebce, Raperîn û Germiyan piştgirî dan vê kampanyayê û tevlî bûn.

Komîteya Kampanyayê ragihand ku tenê li Başûrê Kurdistanê 300 hezar îmze komkirine û li welatên Ewropa jî kampanya berdewame û bi hezaran îmze hatine komkirin.

Organîzetorê Kampanya li Başûrê Kurdistanê Şoreş Xadir li ser mijarê axivî û got: “Me zêdetirî 300 hezar îmze komkirine. Hatine paketkirin. Wê nûnerên me van îmzeyan bibin navendên Ewropa, Brûkselê û raya giştî ya navneteweyî jê agahdar bikin. Herwiha wê pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa û (DMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) werin kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar