Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Rojhilat û Îranê greva giştî didome

Greva giştî ya li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e. Li dahan bajaran çalakî hatin li darxistin.

Çalakiyên protestokirinê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî kuştina Jîna Emînî hatibûn destpêkirin, berdewam in. Li ser bangawaziyan, duh li dehan bajaran greva giştî dest pê kir. Tê payîn ku greva giştî heta sibê bidome. Bi sedema greva giştî, li bajarên Urmiye, Mahabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Seqiz, Bane, Dîwander, Kamyaran, Dêwlan, Firwe, Merîwan, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Selasî Bawecan, Kirmaşan û Îlamê yên rojhilatê Kurdistanê esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin.

Her wiha li bajarê Sineyê xwendekaran laçikên xwe derxistin û çalakî li dar xistin. Di dema xwepêşandanan de bi minasebeta roja 40’emîn a kuştina Muhammed Şerîet, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Dêwlanê jî xwendekaran bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meşek li dar xist. Di saetên êvarê de li bajarên Sine, Kirmaşan, Seqiz, Ciwanro û gelek bajarên din bi pêşengtiya ciwanan li kolanan agir hatin hilkirin.

Li bajarên weke Tehran, Îsfehan, Kirman, Faris, Merkezî, Hemedan, Buşer û li gelek bajarên din ên Îranê jî esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Welatî daketin kolanan û çalakî li dar xistin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku li 29 bajarên kurdan esnafan dikanên xwe venekirin, xwendekar neçûn dibistanê û derneketin kolanan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar