Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Ji ber êrîşan dibistanên li Kobanê hatin girtin

Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser gundewarê Kobanê  dibistanên nêzî eniyên şer hatin girtin, di encamê de bi hezaran xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.

Ji ber êrîşên dijwar ên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê di 20’ê mijdarê de, ji 461 dibistanên li kantona Kobanê, her wiha dibistanên nêzî eniyên şer girtin. Ji wê demê ve xwendekar ji perwerdeyê bêpar in.

Ji ber êrîşan dibistana gundê Koranê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi temamî hilweşiya. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ragihand ku di encama êrîşên dawî yên artêşa tirk a dagirker de, dibistanên Bexdîk, Xan, Qeremox, Cêşan, Xerbîsan, Elîşar, Zormixar, Çarqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, Ziyaretê, Boban, Beyade û Çilxilo yên seretayî hilweşandin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade diyar kir ku li ba desteyê jî tu alternatîfên ji domandina proseya perwerdeyê tune ne û dema vekirina dibistanan hîna diyar nebûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar