Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

KCDK-E’yê Cejna Êzî pîroz kir

Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê cejna xelkê êzidî Cejna Êzî pîroz kir.

Di peyama KCDK-E’yê de hat gotin, “Êzidîtî ku çand û baweriya herî kevn a herêmê ye, di nava dîrokê de timî sirgûn û komkujî lê hat kirin. Gefa li ser hebûna çandî û neteweyî ya bawermendên kurd ên êzidî dewam dike.

Bi hezaran jin, keçên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên barbar ve hatin revandin û aqûbeta gelekan nayê zanîn. Mîna parçeyên din ên Kurdistanê, dewleta tirk a nijadperest û şefê DAIŞ’ê Erdogan êrîşên komkujî û qirkirinê dibe ser Şengalê. Bi yekîtiya neteweyî, rêxistinî, nasandin û avakirina statuya êzidxanê em dikarin pêşî li komkujiyên nû bigirin.

Têkoşîna jiyanê ya xelkê me yê êzidî têkoşîna me ya bingehîn e. Bi navê KCDK-E’yê em Cejna Êzî ya xelkê me yê êzidî pîroz dikin ku 16’ê kanûnê ye û hêvî dikin ku cejn ji xelkê me yê êzidî û tevahiya Kurdistaniyan re azadî, wekhevî û statuyê bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar