Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Payize Mehmud xelata kampanyaya herî baş a Brîtanyayê girt

Payize Mehmud li Brîtanyayê bi kampanyaya xwe ya di derbarê ‘rêgirîkirin û dawîlêanîna zewicandina zarokan’ de, xelata kampanyaya herî baş girt.

Jina Kurd Payize Mehmud li Herêma Kurdistanê ji dayîkbûye û niha li Brîtanyayê jiyan dike. Her wiha xwedî dîplomeya beşê derûnasiyê ya zanîngehê ye. Fikra kampanyaya xwe ji çîroka jiyana xwe û hemû jinên ku di temenek biçûk hatîn zewicandin girtiye. Ji ber ku Payize Mehmud bi xwe di temenê 16 salî de bi zorê hatiye zewicandin. Her wiha xwişka Benaz Mehmude ku di sala 2006’an de bi hinceta şerefê ji aliyê malbata xwe ve bi awayekî veşartî û hovane hat qetilkirin û pişt re li ser asta navneteweyî dengek mezin veda.

Payize Mehmud bi kampanyaya xwe ya ku di derbarê ‘rêgirîkirin û dawî lê anîna zewicandina zarokan’ de çêkirî, li Brîtanya xelata kampanyaya herî baş ya salê girt.

Payize di dema wergirtina xelatê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Jiyana min bi xwe di kampanyayê de hebû. Karên min ên hîn baştir ji bo başkirina rewş û jiyana her jinekê ku li kûderê be wê berdewam be. Hevkarî û hevgirtina rêxistinên jinan ên li Brîtanyayê cihê destxweşiyê û sedema serkeftina kampanyayê bû.”

Niha Payize Mehmud bûye deng û rengê hemû zarokên ku di temenek biçûk de hatîn zewicandin û hewl dide ku dawî li vê yekê bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar