Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li dijî tecrîdê ji ESP û SDGF’ê greva birçîbûnê

Endamên ESP û SDGF’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî didome.

Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Stenbolê didome.

Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan ku di 16’ê Çileyê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê hat destpêkirin, endamên ESP û SGDF’ê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn û diyar kirin wê çalakiya xwe li Stenbolê bidomînin.

Endamên ESP û SGDF’ê, Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, parêzerê OHD’yî Baran Çelîk beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Civîn bi şîara “Em hevgirtinê bilind bikin, tecrîdê bişkînin” li avahiya komeleyê hate lidarxistin.

Di civînê de destpêkê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin.

Zuleyha Mûldûr li ser navê Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê teksta çapemeniyê ya li ser mijarê xwend, diyar kir ku girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest didin.

Mûldûr da zanîn ku binpêkirinên mafan ên herî giran li dijî Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye tê kirin û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî ji cîhanê hatiye qutkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar